Kanala ROJAVA TV

Rêveberiya Xweser A Efrînê: Armanca Dewleta Tirk Qirkirina Çandî Ya Gelê Kurde

Rêveberiya xweser a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û bêdengiya civaka navnetewî şermezar kir. Her wiha soza bilindirina berxwedanê û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Daxuyanî bi beşdarbûna Endamên Rêveberiya xweser, rûspiyên herêmê û partiyên siyasî li kampa Berxwedan a li navçeya fafînê ya Şehbayê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armaca ji gef û siyasetên dewleta Tirk ên bi piştivaniya civaka navnetewî, qirkirina dîrokî û çandî ya gelê Kurde.

Her wiha soza bilindkirina asta berxwedanê heta têkbirina êrîş û kiryarên dewleta tirk hate dayîn.

Hevserokê Desteya şaredariya ya Efrînê Fayiq Ehmed diyar kir ku Li hember êrîşên dewleta tirk, Rûsya garantor berpisyariyên xwe pêk nayne.