Kanala ROJAVA TV

Li Til Temirê Torên Kehrebeyê Yên Ji Xizmetê Derketine, Tên Sererastkirin

Nivîsgeha Enerjî û peywendiyan a navçeya Til Temirê bi hevkariya nivîsgeha Enerjî û peywendiyan a herêma Cizîrê dest bi sererastkirina torên kehrebeyê yên gundê Um-El kêf kir.

Di encama êrîşên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Til Temirê û gundewarên wê de, torên kehrebeyê yên gundê Um-El kêf ji xizmetê derketin.

Nivîsgeha Enerjî û peywendiyan a navçeya Til Temirê bi hevkariya nivîsgeha Enerjî û peywendiyan a herêma cizîrê dest bi xebatên sererastkirinê kir.

Hevserokê Gerînendeya Kehrebeyê ya navçeyê, Fehid Simêle, da zanîn ku Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser navçeyê de torên ceyranê hedef digre.