Kanala ROJAVA TV

Salvegera Yekemîn A Damezirandina Kombûna Jinên Zenûbiya Hate Pîroz Kirin 

Kombûna Jinan a zenûbiya bi boneya salvegera yekemîn a damezrandina wê li bajarê reqayê şahiyek li dar xist .

Şahî li hola Mişwar a bajarê Reqayê  bi amadebûna Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Koordînasyona Jin, Nûnertiyên Jinan ên partiyên siyasî û rêxistinên jinan hate li dar xistin.

Di şahiyê de axafitin li ser navê Kombûna Jinên zenûbiyayê ji aliyê Xûd El-Îsa ve hate kirin û di axavtinê de bal kişand ser xebatên jinan ên li herêmên rizgarkirî yên di nava 5 salên dawî de .

Piştre stran hatin gotin û şanoyek li ser zehmetiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin hate pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de jî li ser navê hemû jinên saziyan  daxuyaniyek hat dayîn û kiryara  dijminatiyê ya ku, li ser xaka dewleta Tirk li dijî jina sûrî hate kirin, şermezarkirin