Kanala ROJAVA TV

Li Amûdê Şahiyek Ji Bo Zarokên Bawername Girtine, Hat Lidarxistin

Komîteya Rêvebirina Dibistanan a navçeya Amûdê bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Hûrî şahiyek ji zarokan re lidarxist.

Şahî bi axaftina komîteya rêvebirina dibistana destpêkir. Piştre stran û şano ji aliyê tevgera çand û huner ve hate pêşandan.

Yek ji mamosteyên wêje û zimanê kurdî Hesen Hesen diyar kir ku Îro bi keda Şehîdan, her wiha di encama destkeftiyên şoreşê de bi hezaran zarok bawernemeyên kurdî werdigrin.