Partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê û guhertina domgrafya herêmên dagirkirî meşek li bajarê Tebqayê li dar xist.
Endamên partiyê, nûnerên rêveberiya xweser, serok eşîr û welatiyên bajarê Tebqayê beşdarî meşê bûn.
Di meşê de gefên Erdogan û plana bicihkirina milyonek penaberên Sûrî bi tundî hatin şermezarkirin û bang li civaka navdewetî hate kirin ku helwest nîşan bide.
Di dawiyê de daxuyaniyek hate dayîn û tê de hate gotin ku Erdogan dixwaze fitneyê di nava gelê herêmê de derbixe û serweriya axa Sûriyê têk bibe û herêmên aram, aloz bike.
hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê tebqa Ehmed El- Xelef bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî gef û planên Erdogan ên qirker helwest nîşan bidin.