Kanala ROJAVA TV

Li Dijî Êrîşên Dewleta Tirk Meşa Dirêj Li Qamişlo Dest Pê Kir

Bi sedan ciwan û şêniyên bakur û rojhilatê sûriyê ji bo şermezarkirina êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker meşek dirêj li Qamişlo dest pê kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan û tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” meşeke dirêj ji Qamişlo heya Dêrikê destpê kirin.

Meşa dirêj ji Çarxerêya Qermûtî ya bajarê Qamişlo destpê kir û li Navçeya Tirbespiyê rawestiya.

Çalakvanan diyar kirin ku Dewleta tirk bi riya êrîşên xwe dixweze gelê kurd tune bike, û gotin: li dijî êrîş û siyasetên dewleta tirk ew ê asta berxwedanê bilind bikin.