Kanala ROJAVA TV

Msd Li Reqayê Bi Rûspiyên Êlan Re Civiya

Encumena Sûriya Demokratîk MSD têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, li bajarê Reqayê bi şêx û rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Idlibê re civiya.

Di civînê de, rûspiyên êlan dane zanîn ku ew gef û êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û gotin ku ew ê li hember gefên li ser herêmê, bi yek destî li pişta Rêveberiya Xweser û QSD’ê bin.

Rûspiyan dane zanîn ku ew dixwazin peyamekê bidin tevahî cîhanê ku ew li dijî dagirkeriya Osmanî ne, ku ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.