Kanala ROJAVA TV

Dewleta Tirk A Dagirker Gundên Efrîn Û Şehbayê Topbaran Kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên sibehê de, gundewarên kantona Şehbayê topbaran kirin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di topbaranê de, gundê Hesacik, Semoqa û bendava şehba bi çekên giran hatin hedefgirtin.

Di heman demê de, dewleta Tirk gundên Qinetirê û Soxanekê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin.

Têkildarî encaman agahî nehatin zanîn.