Yekîtiya Rewşenbîran A Herêma Cizîrê Êrîş Û Siyasetên Dewleta Tirk Şermezar Kirin
Yekîtiya rewşenbîran a herêma cizîrê bi daxuyaniyekê Êrîş û kiryarên Dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezarkir û diyar kir ku Dewleta tirk sûdê ji bêdengiya civaka navnetewî digire.
Di daxuyaniya Yekîtiya rewşenbîran a herêma cizîrê de Dîwana Wêjeyê, komeleya wênegirên sûriyê, Desteya çandê û yekîtiya hunermendan beşdar bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Armanca dewleta tirk ji êrîş û gurhatina demografiya herêmên dagirkirî qirkirina gelê kurd û têkbirina destkeftiyên şoreşê ne.
Her wiha di daxuyaniyê de balkişandin ser bêdengiya civaka navnetewî li hember êrîş û kiryarên dewleta tirk li dijî xaka sûriyê û bang li civaka navnetewî kirin ku Bi erkên xwe yên mirovî rabe.