Kanala ROJAVA TV

Rêveberiya Xweser Bi Partiyên Siyasî Re Geşedanên Dawî Yên Li Herêmê Nîqaş Kir 

Encumena Cîbcîkar û Zagonsaz a herêma cizîrê civînek bi partiyên siyasî re ji bo nîqaşkirina rewşa heyî û geşedanên dawî yên li herêmê li navçeya Amûdê lidarxist.

Civîn bi nîqaşkirina rewşa siyasî, gefên Erdogan ên dawiyê yên li ser herêmê û helwestiya hikumeta şamê li hember siyaseta dewleta tirk a bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, dest pê kir.

Her wiha bal kişandin ser girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya sûriyê û rewşa xizmetguzarî û astengiyên ku rastî welatiyan tên.

Beşdarên civînê gefên dawî yên Erdogan ên li ser herêmê wekî gefên li ser hebûna gel û projeya rêveberiya xweser bi nav kirin.