Kanala ROJAVA TV

Xwendekarên Efrînê Yên Li Şehbayê Tevî Êrîşan Jî Ezmûnên Xwe Pêşkêş Dikin

Sala xwendinê ya 2021 û 2022’yan li bakur û rojhilatê Sûriyê ber bi dawiyê ve diçe û xwendekar ezmûnên xwe pêşkêş dikin.

Xwendekarên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin,  tevî koçberî  û êrîşên bêserûber ên artêşa Tikr a dagriker û çeteyên girêdayî wê, bi vîn û moralekî mezin pêşwaziyê li ezmûnan dikin.

Têkildarî proseya pêşkêşkirina ezmênan û psîkolojiya xwendekaran a ji ber êrîşên berdewam, mamosteyek ji kampa Serdem ji  Rojava Tv re axivî.