Kanala ROJAVA TV

Encumena Kantona Girê Spî Siyasetên Guhertina Deomgrafîk Şermezar Kirin

Encumena kantona Girê Spî, bi daxuyaniyekê planên guhertina demografî yên ku artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne, şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên saziyan li bajarê Ên Îsayê hate dayîn û tê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi vê projeyê dixwaze fitneyan di navbera gelê herêmê de derxe.

Di beşekî din a daxuyaniyê de, bang li welatên ku alîkariya Tirkiyê dikin hate kirin, ku dest ji vê projeya qirkirin û parçekirina gelan berdin û destek nedin Tirkiyê.

Di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û welatên garantor hate kirin ku bi erkên xwe rabin û sînorekî ji Tirkiyê re daynin.