Kanala ROJAVA TV

Ciwanên Amûdê Li Dijî Êrîşên Dewleta Tirk A Dagirker Meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Amûdê li dijî êrişên dagirkeriyê li ser herêma Başûrê Kurdistanê xwepêşandan li dar xisit.

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û şênî li Qada Şehîd Cîhan a li navenda Amûdê li hev civiyan û li dijî êrişên dagierkeriya Tirk xwepêşandan li dar xist.

Ciwan û şêniyên Amûdê heta navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger meşiyan û li wir xwepêşandan veguherî mîtîngê.

Li wir endamê tevgerê Cûdî Zagros axivî û got:” Em bi tundî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha hevkariya PDK’ê şermezar dikin.”

Zagors anî ziman ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîn bikin û ew dagirkeriyê qebûl nakin.

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.