Kanala ROJAVA TV

Şêniyên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Kir

Bi diruşmeya ” bi rihê 15’û Gulanê em ê vegerin Efrînê “Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist.

Endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, nûnerên partiyên siyasî, endamên sazî û yekitiyên sivîl ên Efrînê li qada dibistana Ehdas a kantona Şehbayê li hev kom bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Sedemê û pankartên ” bi rihê 15’ê Gulanê em ê vegerin Efrînê” û “Bi rihê Berxwedana Serdemê em û Efrîn rizgar bikin û lê vegerin” hat xemilandin.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û 15’ê Gulanê li tevahî gelê Kurd hat pîrozkirin.

Koma Şitilên Zeytûnê ya girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê stran li ser zimanê kurdî gotin, xwendekaran jî helbest derbarê zimanê kurdî  û berxwedanê de xwendin.

Koma Şehîd Viyan Amara ya şanoyê jî şanoyek li ser berxwedana li hember êrişan û girêdana bi şerê gel ê şoreşger ve pêşkêş kir.

Di dawiyê de Koma Şehîd Hîva ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê stranên şoreşgerî gotin û dîlan gerandin.