Kanala ROJAVA TV

Li Bajarê Reqayê Ciwanek Qehweya Li Ser Qûmê Çêdike

Çerxerêya El-Ne’îm a Bajarê Reqayê ku di dema Daiş’ê de weke navenda kiryarên hovane dihate naskirin, lê piştî ku şervanên QSD’ê daiş têk birin, êdî rewşa bajêr asayî bûye.

Ciwanekî bajarê Reqayê jî, li nêzî wê çerxerêyê, qehweya li ser qûmê çêdike ku çêja wê qehweyê cuda ye.

Xwediyê qehwexaneyê, Omer El- Ibrahîm ji Rojava Tv re behsa çêkirina qehweya li ser qûmê kir û got ku pêşwazîyeke germ li ser qehweyê heye.