Kanala ROJAVA TV

Li Navçeya Çelebiyê Ya Bajarê Kobanê Çalakiyeke Konvedanê Dest Pê Kir

Kongra Star a kantona Kobanê, li navçeya Çelebiyê ya rojhilatê bajêr bi armnaca şermezarkirina êrîşên artêşa Tikr û piştgiriya gerîlayan çalakiyeke konvedanê dest pê kirin.

Di çalakiyê de bi dehan welatî û endamên saziyan ji navçeyên Kobanê beşdar bûn.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û daxuyanî jî hatin xwendin. Di wan daxuyanî û axaftinan de, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên paratsinê yên medyayê û hedefgirtina welatiyan li bakur û rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û beşdaran piştgiriya xwe bi gerîlayan re nîşan dan.

Endama Kongra Star a Ên Îsayê Fadya Xelîl ji Rojava TV re behsa armancên çalakiyê kir û got ku armanca Tirkiyê qirkirina gelê kurd e.