Kanala ROJAVA TV

JINÊN CIWAN ÊN HESEKÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANA GERÎLA KIRIN

Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê, li bajarê Hesekê meşek li dar xistin.

Di meşê de, pankartên “berxwedana Zapê, Metîna û Avaşînê dê bi serkeve” hildan. Her wiha bi dirûşmeyan êrîşên dewleta Tirk  a dagirker şermezar kirin.

Di meşê de bi nave Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê axaftin hatin kirin û hat gotin ku armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e. her wiha berxwedana Gerîla ya li hember êrîşan hat silavkirin.