Kanala ROJAVA TV

JI BO PIŞTGIRIYA BERXWEDANA GERÎLA ÇALAKIYA KONVEDANÊ DEST PÊ KIR  

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Qina ya kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştgiriya berxwedana gerîla, çalakiya konvedanê li dar xist.

Bi dirûşma “Werin cenga azadiyê, em xiyanetê têk bibin” çalakiya konvedanê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Şêniyên navçeyên Çelebiyê, Sirîn, Şêran û Qinayê her wiha endamên saziyên Rêveberiya Xweser û sivîl tev li çalakiyê bûn.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê du rojan dewam bike.

Çalakvanan hevkariya PDK a bi dewleta tirk re şermezarkirin û piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlan re nîşan dan.