Kanala ROJAVA TV

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Şevbuhêrkek Wêjeyî Û Hunerî Li Dar Xist

bi durişmeya vegera awlahiyê armanca me ye,encumena koçberên serêkaniyê şevbuhêrkek wêjeyî û hunermendî li dar xist…

şevbuhêrk li qada Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi amadebûna şandeke ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê, rewşenbîr, hunermend, nûnerên saziyên sivîl û koçberên Serêkaniyê, hate lidarxistin…

şevbuhêrk bi pêşandana tabloyên ku kevneşopiyên Serêkaniyê dihewîne ji aliyê hunermendên Serêkaniyê, Vêrona Abdkî, Mîdiya Emranî û Nûrhîn Elî ve dest pê kir..

Berdevkê Komîteya Koçberên SerêKaniyê Mehmûd Cemîl Axaftina vekirinê kir û behsa girîngiya lidarxistina şevbêrkên bi vî rengî, bi taybet di vê dema ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin rastî guhertina demografîk tê, piştre sinevizyon li ser bajarê Serêkaniyê berî dagirkeriya dewleta Tirk û piştî wê hate pêşkêşkirin..

Helbestvan Anahîta Sîno û Mistefa Sîno çend helbest xwendin û şevbêrk bi pêşkêşkirina stranên Opera ku ji aliyê Mizkîn Tahir ve hate sitrandin bi dawî bû.