Jinên Reqayê Şêraniyê Çêdikin Û Di Cejna Remezanê De Pêşkêşî Mêvanan Dikin.
Jinên Reqayê bi boneya cejna Remezanê, wekî her sal li hev kom dibin û şêraniyên cejnê çêdibin.
Şêranî bi cureyên cûda tê çêkirin û di rojên cejnê de ji bo mêvanan tê pêşkêşkirin.
Tevî bilindbûna nirxê pêdiviyên şêraniyê wekî şekir, rûn û zeyt, lê welatî dibînin ku bêyî wê kêfxweşiya cejnê kêm dimîne.
Jinên reqayê ji rojava tv re behsa atmosfêra cejnê kirin û awayê çêkirina şêraniya cejnê vegotin.