Kanala ROJAVA TV

Kamera Rojava Tv Amadekariyên Cejna Remezanê Li Hesekê Şopand

Bi nêzîkbûna cejna remezanê re, welatiyên bajarê Hesekê piştî fitarê berê xwe didin nava bazaran û amadekariyên xwe bi cih tînin.

Bi boneya cejnê, kamera ROJAVA TV li nava bazarên bajarê Hesekê geriya û tevgera welatiyan şopand.

Li bazaran şêraniya cejnê bi hemû cureyên wê hatine danîn.

Her wiha dikanên cil ê bergan jî di saetên êvarî de, ji bo pêşwazîkirina welatiyan vekirî ne.

Lê, ji ber bilindbûna buhayan welatî nikarin hemû pêdiviyên xwe bikirin û hêvî dikin ku rewşa aborî di ber çavan were derbaskirin û dikandar bi gelê xwe re bibin alîkar.