Kanala ROJAVA TV

Jinên Ciwan Ên Efrînê Piştgiriya Xwe Bi Gerîla Re Nîşan Dan

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi diruşma “Şer şerê gerîla û gel e, bi pêşengtiya jinên ciwan em ê bi ser bikevin” meşek lidarxist û tê de piştgirî nîşanî berxwedana gerîla kirin.

Meş ji rêya di navbera gundê Maratê û navçeya Ehdasê de dest pê kir û bi berizkirina dirûşmên şermezarkirina xiyaneta PDK li parka navçeyê rawestiya.

Piştî deqeyek rêgirtin, axaftin ji aliyê Rêvebira Yekîtiya jinên ciwan ve hate kirin.

Di meşê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hat şermezarkirin û piştgiriya xwe bi gerîlayan re nîşan dan.