Kanala ROJAVA TV

Palt Forma Çalakiyên Hevbeş A Rêxistinên Jinan Êrîşên Dewleta Tirk Şermezar Kir

Platforma Çlakiyên Hevbeş A Rêxistinên Jinan A Bakur Û Rojihlatê Sûriyê Bi Daxuyaniyekê Êrîşên Dewleta Tirk A Dagirker Ên Li Dijî Gelê Kurd Şermezar Kir..

Hemû rêxistinên jinan tevlî daxuyaniyê bûn di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Êrîşê hovane yê ku îro li ser herêma Kurdistanê (Başurê Kurdistanê) bi hemû cureyên çekan pêk tîne, bi armanca tunekirina Partiya Karkerê Kurdistan û armanckirina Hêzên Parastina Gel (HPG) ye.

Her wiha hate gotin ku Dewleta Tirk tu carî dudilî nebû di pêkanîna armancên xwe yên qirkirina gelan û bi taybet gelê Kurd û di berdewamiya vê siyasetê xwe de piştgiriya komên çekdar ên Sûriyê û çeteyên DAIŞ ê kir..

Berdevka kongira star û endama platforma Çlakiyên hevbeş a rêxistinên jinan a bakur û rojihlatê sûriyê remziya mihemed êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyên û çiyayên kurdistanê şermezar kir got armanca dewleta tirk tunekirina gelê kurd e