Kanala ROJAVA TV

Komîteya Biçûk A Sazkirina Peymana Civakî Li Qamişlo Civîn Lidar Xist

Komîteya Biçûk a Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li Qamişlo bi desteyên Rêveberiya Xweser re civiya û li pêşniyarên wan guhdarî kir.

Di çarçoveya civînên Komîteya Biçûk a Sazkirina Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser bi sazî û yekitiyan re li dar dixe, da ku reşnivîsa peymanê şîrove bike, îro komîte li herêma Cizîrê ya Qamişlo bi desteyên Rêveberiya Xweser re li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê civiya.

Di civînê de bendên reşnivîsa peymanê hatin xwendin.

Her wiha nêrînên beşdaran ên têkildarî peymanê hate guhdarkirin da ku radestî Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin.

Endama koondînasyona kongra star Asya Abdullah diyar kir ku xwendina peymana civakî ji aliyê gel û saziyan ve gaveke êrînî ye.