Kanala ROJAVA TV

Ji Bo Piştgiriya Berxwedana Gerîla Li Eyn Îsa Xwepêşandan Li Dar Ket

Bi sedan koçberên kantona Girê Spî û şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê xwepêşandanek li dar xist.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK yên li dijî çiyayên kurdistanê îro bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Dispilîna Leşkerî dest pê kir û li Çerxerêya Şaredariyê rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê Hebûn Mihemed axivî û êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.