Kanala ROJAVA TV

Partî Û Rêxistinên Mirovî Yên Herêma Efrînê Êrîşên Dewleta Tirk Şermezar Kirin

Partiyî û rêxistinên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku dagirkeriya Tirk ya li dijî gelê Kurd û gelên herêmê bi dawî bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji van êrişan ne tenê tunekirina PKK’ê armanc dike lê belê hewl dide hebûna Kurdan û tecrubeya rêveberiya xweser a Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike.
Di dewama daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku şerê xwe yê li dijî Kurdan û gelên herêmê bi dawî bike.