Kanala ROJAVA TV

Li Şehbayê Bi Boneya Roja Şehîdan Mûm Li Ser Gorên Şehîdan Hatin Vêxistin  

Encumena malbatên şehîdan a herêma efrînê jî bi boneya 25 Nîsanê roja şehîdan , mûm li goristana şehîdên berxwedana serdem a li navçeya ehresê pêxistin .

Bi boneya Roja şehîdên bakur û rojhilatê sûriyê û ji bo bîranîna şehîdên komkojiya qereçoxê , encumena malbatên şehîdan a herêma efrînê mûm li goristana şehîdên berxwedana serdem a li navçeya ehresê ya şehbayê pêxistin .

Bi dehan endamên saziyên rêveberiya xweser û enumena malbatên şehîdan amadebûn.

Li ser nave encumena malbatên şehîdan yadê hacir axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîranî .

Di dawiyê de mûm li ser goristanên şehîdan pêxistin .