Kanala ROJAVA TV

Şêniyên Qamişlo : Em Ê Şopdarê Riya Şehîda Bin 

Weke îro di sala 2017’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker navenda fermandariya YPG’ê ya li Qereçoxê bombebaran kirin.

Di encama wê de 20 şervan şehîd bûn û gelek şervan birîndar bûn.

Par Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê ev roj weke roja şehîdên bakur û rojhilatê Sûriyê destnîşan kir..

Bi boneya roja şehîdên bakur û rojhilatê sûriyê Malbatên şehîdan ên bajarê qamişlo şehîdên azadiyê bi bîr anîn , û soza şopandina riya şehîdan dan.

Her wiha bexwedana gêrîlayên HPG li çiyayên kurdistanê silav kirin .