Kanala ROJAVA TV

Yekîtiya Jinên Ciwan Li Reqayê Civînek Berfireh Li Dar Xist

Bi armanca şîrovekirina kiryarên dewleta tirk û binpêkirinên wê li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê,yekîtiya jinên ciwan li reqayê civînek li dar xist

Civîn  bi amadebûna endamên yekîtiya jinên ciwan û komînên encumena hêlîn cûdî hat li dar xistin

Di civînê de kiryarên hovane û dermirovî yên dewleta tirk a dagirker her wiha bikaranîna xetertirîn rêbazên şer li dijî xelkên herêmên bakur û rojhilatê sûriyê hate şermezarkirin

Endama yekîtiya jinên ciwan islam xelef ji rojava tv re axivî û diyar kir ku ew wek yekîtiya jinên ciwan kiryarên dewleta tirk li herêmên bakur û rojhilatê sûriyê red dikin