Kanala ROJAVA TV

Li Şehbayê Nasnameya Şehîd Stêrk Efrîn Hat Ragihandin

Li kantona Şehbayê bi merasîmekê nasnameya şehîd Stêrk Efrîn ku di nîsana 2017’an de li Çiyayên Kurdistanê şehîd bûye, hat ragihandin.

Bi sedan şêniyên herêmê li merasîmê amade bûn. Konê sersaxiyê yên şehîd Stêrk Efrîn li navçeya Babnis a kantona Şehba hate vedan.

Li bin konê sersaxiyê ji aliyê Encumena Malbatên Şehîdan, Kongra Star û encumena Kantona Efrînê ve axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin.

Piştre, nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.