Kanala ROJAVA TV

Welatiyên Efrîn Û Şehbayê: Em Li Hember Êrîşan Têkoşînê Bilind Bikin

Koçberên Efrînê û welatiyên kantona Şehbayê bi xwepêşandaneke girseyî piştgirî dan gerîlayên li çiyayên kurdistanê û gotin: Divê li hember êrîşên dewleta Tirk têkoşînê bilind bikin.

Xwepêşandan ji çerxerêya sereke ya navenda Til Rifetê dest pê kir û bi dirûşmeyan berxwedana gerîla hat silavkirin, her wiha xiyaneta PDK’ê hat şermezarkirin.

Li qada sereke ya li navçeyê xwepêşandan veguherî mîtîngê û bang li aliyên Kurdî hat kirin ku hevgirtina xwe xurt bikin û nebin hevkarên dijminên gelê Kurd.