Kanala ROJAVA TV

Malbatên Şehîdan Ên Bajarê Hesekê Armancgirtina Sivîlan Şermezar Kir

Encumena malbatên şehîdan a Hesekê bi daxuyaniyekê şehîdxistina endamê Encumena malbatên şehîdan a Reqayê Ibrahîm El Şewan şermezar kir..

Encumena malbatên şehîdan a bajarê Hesekê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û armncgirtina endamê encumena malbatên şehîdan a Reqayê Ibrahîm El Şewan daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

” Em Weke encumena malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê armancgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê şermezar dikin..

Armanca wan ji van êrîşan şikandina vîna gelan û têkbirina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê..”

Encumena malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê di dawiyê de tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin..

Doh danê şevê şaneyên DAIŞ’ê ku destek ji dewleta  Tirk digirin endamên encumena malbatên şehîdan a bajarê Reqayê li bajaroka Kerama şehîd xistibûn..