Kanala ROJAVA TV

Li Kobanê Hevkariya Pdk Bi Dagirkeran Re Hat Şermezarkirin

Partiya yekîtiya demokratîk û koordînasyona jinan a herêma firatê, êrîşa balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kobanê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk vîna jinên azad dike hedef.

Têkildarî êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li ser rêya Kobanê, Partiya yekîtiya demokratîk û koordînasyona jinan a herêma firatê daxuyanî da.

Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Dewleta tirk li pêşiya çavên cîhanê sivîlên herêmê dike hedef, her wiha êrîşî herêmên parastinê yên medyayê dike.

Her wiha dawiya daxuyaniyê  de da zanîn ku armanc ji hedefgirtina jinên herêmê têkbirina hêz û vîna civakê ye, lê li hember her êrîşekî wê berxwedan û hêza wan xurtir bibe.