Kanala ROJAVA TV

⁣Encumena Sivîl A Reqayê 5’emîn Salvegera Damezrandinê Bi Bîr Anî

Encumena sivîl a reqayê salvegera 5’an a damerandina Encumenê bi çalakiyekê bi bîr anî.
Di çalakiyê de Endamên Encumena sivîl a reqayê, şêx û rûspiyên eşîran, Endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiya Sûriya pêşeroj beşdar bûn.
Çalakî li avahiya Encumenê hate organîzekirin û têde axavtin hatin kirin û daxuyaniyek hate dayin
Di daxuyaniyê de tekezî li ser temamkirin û xurtkirina xebatên xizmetguzariyê li bajarê Reqayê hate kirin.
Her wiha banga yekîtiya pêkhateyan li hemberî êrîşên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê hate kirin.