Bi dirûşma “Bi pêşangiya ciwanên Apoyî, em ê azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk bînin” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî tecrîdê li gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê xwepêşandan lidarxistin.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê û şermezarkirina tecrîdê û bêdengiya navneteweyî dest pê kir.
Xwepêşandêr li taxên gundê Til Qirahê geriyan.