Kanala ROJAVA TV

Encumena Zagonsaz A Herêma Cizîrê Civîna Xwe Ya Asayî Li Dar Xist

Encumena zagonsaz a herêma Cizîrê civîna xwe ya asayî lidar xist, di civînê de îstîfaya 2 endaman hat erêkirin û ew endam hatin xelatkirin..
Îro li navçeya Amûdê civîna asayî ya encumena zagonsaz a herêma Cizîrê hat lidarxistin..


Di civînê de îstîfaya 2 endaman hat qebûlkirin û ew herdu endam li ser kar û xebata ku kirine hatin xelatkirin..
Her wiha 5 kes ji bo hevserokatiyên hin desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hatin erkdarkirin.
Encumena zagonsaz li ser erkdarkirina (Hemrîn Hemîd Elî ji bo hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Ebdullah Îsa Hiso ji bo hevserokatiya Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê, Fatme Hayîl Eyûb û Diyar Mihemed Maşûq Îbrahîm ji bo hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê, Mazlûm Şewket Hesen ji bo hevserokatiya Desteya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê) erê kir.