Kanala ROJAVA TV

Rêveberiya Xweser 10 Zarokên Daiş`Ê Radestî Şandeyeke Rûsî Kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Rûsyayê kirin.

Îro şandeyeke fermî ya Rûsyayê serdana gerînendeya Têkiliyên Derve ya li Qamişlo kir.

Şande ji cîgira seroka Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Elena Alexandrova û cîgirê wê Sergey pêk hat.

û ji aliyê berdevkê gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akif ve hat pêşwazîkirin.

Piştî civîna di navbera her du aliyan de, Kemal Akif bi civîneke çapemeniyê dauxyand ku wan  10 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî şandeya Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rûsyayê kirine.

Û diyar kir ku Rêveberiya Xweser di vê dosyayê de dê hevkariya bi Rûsya û welatên din re dewam bike.

Elena Alexandrova, li ser hevkariya di vê dosyayê de spasiya Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku dê hevkarî dewam bike.