Kanala ROJAVA TV

Encumena Jinan A Partiya Sûriya Pêşerojê Li Minbicê Civînek Li Dar Xist

bi dirûşmeya “Em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin… û soza xwe nû bikin encumena Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê civînek di navbera nûnerên jin ên di saziyan de,  li dar xist

Îro encumena Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê civîneke koordînasyonê di navbera nûnerên jin ên di saziyan de, li hola civînên encumena partiyê ya li bakurê bajêr  li dar xist

Di civînê de her jineke amade xwe da nasîn û cihê ku lê kar dike diyar kirin

Her di civînê de di civînê de li ser kar û barên her saziyekê, pirsgirêk û zehmetiyên ku pê re rû bi rû ne, pirsgirêkên jin di civakê de û pêşniyarkirina çareseriyên guncaw ji wan re hatin nîqaşkirin.