Kanala ROJAVA TV

Dayikên Aştiyê Bi Daxuyaniyekê Hevkarîya Pdk`Ê Bi Dewleta Tirk Re Şermezar KIRIN

Dayikên gerîla bi daxuyaniyekê hevkarîya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin ku li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariya êrîşeke berfireh dike

Bi armanca şermezarkirina hevkarîya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi artêşa Tirk a dagirker re di êrişên li dijî gerîlayan li Başûrê Kurdistanê de, dayikên gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku: “Xiyaneta PDK`ê ya li dijî gelê Kurd ji mêj ve berdewam dike, ev xiyaneta ku xizmeta dijmin û peymana PDK`ê ya bi dewleta Tirk re dike, xiyaneta herî mezin e û xizmeta gelê Kurd nake.