Kanala ROJAVA TV

Yekîtiya Ajokaran A Reqayê: Kartên Mazotê Qerebalixiya Li Gaziyan Kêm Kir

Yekîtiya Ajokaran a girêdayî Rêxistinên Sivîl li reqayê bi derxistina kartên lêzerî yên ji bo wergirtina mûçeya sotemeniyê ya mehane, karûbarên ajokaran hêsan kir.

Bi armanca kêmkirina azarên şofêran û qerebalixa li gaziyan, Yekîtiya Ajokaran a girêdayî Rêxistinên Sivîl li reqayê di destpêka salê de kartên lêzerî derxist.

Hevserokê yekîtiya Ajokaran hesen El Xabûr diyar kir ku kartên mazotê azarên ajokaran sivik kir, û tevgera wergirtina mazotê ji bo her erebeyekê hêsantir kir.