Kanala ROJAVA TV

Partiya Komara Kurdistanî Li Reqayê Dorpêça Hikûmeta Şamê Şermezar Kir

Ev 3 ê salin Hikûmeta Şamê Dorpêçeke Giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê feriz kiriye û nahêle madeyên bingehîn ên wekî Ard , Sotemenî û derman derbasî herêmê bibin.

Ji ber Dorpêçê Ard li her du taxan nemaye, hikumeta Şamê bi vê yekê dixwaze şêniyên herdû taxan ku hejmara wan derdora 200 hezar kesî ye bi siyaseta birçîbûnê teslîm werbigire.

Li ser mijarê Berdevkê fermî yê partiya Komara Kurdistanî mihemed El Ebûd Dorpêça Hikumeta Şamê şermezar kir û got, hikumeta Şamê li dijî Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Siyaseta Birçîbûnê bi kar tîne