Kanala ROJAVA TV

Ji 13 Adarê Ve Hikûmeta Şamê Taxên Şêxmeqsûd Û Eşrefiyê Dorpêç Kiriye

Hevserokê encumena giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo ji Rojava tv re ragihand ku li nava depoyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de ard nemaye..

Mihemed Şêxo da zanîn ku 5 roj in ji ber nebûna ard, firneyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku zêdeyî 200 hezar kes lê dijîn ji kar sekinîne