Kanala ROJAVA TV

NY ENDAMTIYA RÛSYA YA LI KONSEYA MAFÊN MIROVAN RAWESTAND

Neteweyên Yekbûyî (NY) endamtiya Rûsyayê ya li Konseya Mafên Mirovan ji ber binpêkirinên di şerê li Ukrayna de hatine kirin rawestand.

 

Li New Yorkê di Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi 93 dengên erê, 24 dengên li dijî û 58 dengên vala, endamtiya Rûsya ya li Konseya Mafê Mirovan hate ragirtin.

alyoza Emerîka yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield di hesabê xwe yê fermî yê twîterê de piştî dengdanê twîtek weşand û got “Ev rojek giring û dîrokî ye.”