Kanala ROJAVA TV

Li Goristana Berkevirê Nasnameya 2 Şehîdan Hate Ragihandin

Bi sedan welatiyên navçeya Dirbêsiyê şervanê Eerka xweparastinê Dildar El Erebo ku di berxwedana Serê Kaniyê de şehîd ketibû û şervana HPG’ê Amara Çiya ku di encama berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk li çiyayê Avaşînê şehîd ketibû bi merasîmekê li goristana Berkevirê ya navçeya Dirbêsiyê bi bîranîn..

Di merasîmê de li ser navê saziya malbatên şehîdan a Dirbêsiyê Hemîd Miêş axivî û diyar kir ku her çiqas artêşa Tirk a dagirker êrîş bike dê pêkhateyên li herêmê jê re bibin bersiv..

Li ser navê Encumena leşkerî ya navçeya Dirbêsiyê jî Kamîran Orkêş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku ewê weke encumena leşkerî li ser rêya şehîdan bin, gelên xwe ji êrîşan biparêzin û terorê têk bibin.