Kanala ROJAVA TV

Tev-Dem’ê Hemleya Paqijkirina Bajêr Dewam Dike

Tevgera civaka demokratîk tev-dem li gel şaredariya hesekê , partiya yekîtiya demokrat PYD,û saziyên civaka sivîl  hemleya paqijkirina bajêr dewam dike

Di durişma paqijkirin sinc û çanda civakê ye were em bi hevre bajarê xwe paqijbikin tevgera civaka demokratîk tev-dem hemleyeke paqijiyê li gelek bajarên bakur û rojhilatê sûriyê ji 30 ê adarê de daye destpêkirin

Li hesekê jî ev hemle dewam dike û îro jî taxa miftî hate paqijkirin

Ferhan dawûd hevserokê buroya rêxistinî ya tev-dem a kantona hesekê derbarê hemleyê de got ku wan ji bo danasîna bi çanda paqijiyê û xweşikbûna bajêr bi vê hemleyê rabûne