Kanala ROJAVA TV

Rêveberiya Xweser Rewşa Aborî Û Çandiniyê Gotûbêj Kir.

Encumena cîbcîkar a Rêveberiya xweser civîna xwe ya asayî lidar xist, û gelek mijar hatin gotûbêjkirin..

Di civînê de hevserokên hemû deste, girînende û buroyên rêveberiya xweser amade bûn..

Rewşa çandinî û sewaldariya herêmê hat nîqaşkirin û biryar hat girtin ku alîkariya cotkaran bêhtir bê kirin..

li aliyekî din jî behsa mijara zêdekirina mûçeyên karmendên Rêveberiya xweser û başkirina rewşa aborî hat kirin..

Di dawiya civînê de hevserokartiya encumena cîbcîkar daxwaz ji dest û girînendeyan hate kirin ku projeyên dane destpêkirin ji nêz ve bişopînin..

Bedevkê Fermî yê Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê Luqman Ehmê got ku di civînê de wan biryar da ku Fonên karmedên Rêveberiya Xweser ya Bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bikin