Kanala ROJAVA TV

31 Partî Û Rêxistinên Jinan Bi Daxuyaniyekê Banga Azadiya Rêber Ocalan Kirin

partî û rêxistinên jinan ên kurd, ereb û suryan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Endama Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan Xîtam Mihemed daxuyanî li pêşiya avahiya Têkilî û Şêwira Dîplomatîk a li Qamişlo xwend.

Partiyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku hêzên komploger bi armanca şikandina vîna gelê Kurd û armancgirtina Rojhilata Navîn komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anî.

Er wiha di daxuyaniyê hate gotin ku Têkoşîna Rêber Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê, têkoşîneke rewa ya diyarkirina çarenûsa xwe ye û armanc dike, doza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn çarser bike.