Kanala ROJAVA TV

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, Tevgera Çand û Hunerê ya Mzopotamyayê û Rêveberiya Çandê şano li dar xistin.

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mzopotamyayê û Rêveberiya Çand û Hunerê ya herêma Gezîrê du rojan şano li dar xistin.

Îro şanoya bi navê Komediya Malbata Tut bi pêşkêşvaniya Komîna Chano, nivîsara Stephen Orkini, ji aliyê Welîd Omer ve, derhêner Adnan Mistefa û Rabreen Hesen Kalkawî ve hatiye amadekirin, hat pêşandan.

Şano li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna hunermend û endamên Desteya Çand û Hunerê û hezkiriyên şanoyê hate pêşkêşkirin.

Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir û piştre bi minasebeta roja cîhanî ya şanoyê û bibîranîna şehîdên şanoyê û ji destpêka pêşandana şanoyê peyamek hat xwendin.