Kanala ROJAVA TV

ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK JINEKE KURD JI EFRÎNÊ REVANDIN

Tora çalakvanên Efrînê ji çavkaniyên xwecehî ragihand ku şeva Newrozê 20 Adarê çeteyên Şurta Eskerî jineke Kurd ji bajarê Efrînê revandin..

Navê wê Ilham Silêman e 42 salî ye 5 zarokên wê hene..

Li gor agahiyan, ew jina Kurd bi tawana ku bi saziyên Rêveberiya xweser re kar kiriye hatiye revandin û ji bo girtîgeha Marata hatiye şandin û çarenivîsa wê ne diyar e.