Kanala ROJAVA TV

Yekîneya Dijî Terorê şaneke terorîstî ku di nav de serkirdeyekî DAIŞê jî heye li Minbicê desteser dike

  Yekîneya Dijî Terorê şaneke terorîstî ku di nav de serkirdeyekî DAIŞê jî heye li Minbicê desteser dikeYekîneyên Antî-Teror ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî operasyoneke berfireh a şopandin

û şopandinê, li bajarê Minbicê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyonek bi kalîte pêk anî. Piştî hewildanên dijwar, yekîneyan karî cihê veşartî yê bi navê “Cîhad Cemal Hemîdî bi nasnav Ezzam” bibînin. Ew yek ji serkirdeyên rêxistina terorîst a DAIŞê ye û beriya ku ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve bo Minbicê were şandin, li bajarê Cerablusê rûdinişt.Li gorî îtîrafên bi navê “Azzam” îstîxbarata

Tirkiyê berî demekê ew ligel birayê xwe “Hammam” girtiye.

Piştî çend lêpirsînên ku bi razîbûna berdana wî û rehîn girtina birayê wî bi dawî bû, serbest hat berdan. Li hember pêkanîna operasyonên terorîstî û sûdwergirtina ji zanyariyên xwe yên li ser

herêmê û danûstandina bi şaneyên terorîst ên DAIŞê û serkirdeyên wê yên li navçeyên di bin dagirkeriya Tirkiyê de. Çeteyên “Ebû Elî Rekan û Ebû Qusaî Hebeş” ên bi îstîxbarata Tirk re

tevdigerin, ew şandin wir.Di dema serdegirtinê de, Yekîneya Dijî Terorê kargehek ji bo çêkirina teqemeniyên bidestçêkirî li ser rêya Helebê li nêzîkî hewza Menkûşê dît, herwiha sê terorîstên din

ku endamên wê şanê bûn hatin girtin, û yekî din bi navê Cabir jî birîndar bû. Pevçûn bi wan re û hewldana revê, her wiha kontrolkirina çek, alav û amûrên ji bo çêkirina